Li Diyarbekirê komxebata "Jinên Aştiyê Bilêv Dikin" hat lidarxistin

Enstutiya Pêşketinan a Demokratîk (DPI) û Meclisa Jinan a Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO’yê), komxebata ‘Jinên ku aşitiyê bilêv dikin’ lidar xistin.

Diyarbekir (K24) - Enstutiya Pêşketinan a Demokratîk (DPI) û Meclisa Jinan a Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO’yê), komxebata ‘Jinên ku aşitiyê bilêv dikin’ lidar xistin. Komxebat bi beşdariya rêvêberên herdû saziyan, pêşenga Rexistina Jinan a Îrlandayê ku di aşitiya Îrlandayê de rol sitendiye, Monica Mcwilliams û Balyoza Îrlandayê ya Tirkiyê HE Sonya Mcgunness hat lidarxistin.

Li Diyarbekirê DPI bi saziyên jinan re komxebata ‘Jinên ku aşîtiyê bilêv dikin’ lidar xist. Di Komxebatê de belgefîlma ku rola Rêxistina Jinan a Îrlandayê di pêkhatina aşitiya şerê Îrlanda û Birîtanyayê de leyîstiye hat nîşandan û bal hat kişandin ku di aşitiyên civakî de, berpirsyarî û rola hemû aliyên civakê girîng e.

Analîsta Stratejiya Herêmî ya DPIyê Esra Elmas ji K24ê re diyar kir: “Em 11 sal e ku li herêmê, li ser çareseriyên pêvajoyên şer û sazûmaniya aştiyê lêkolîn û xebat dimeşînin. Dema ku van xebatan dikin jî em dizanin ku dê welatiyên li vê derê aştiya xwe sazûman bikin. Lê aşitî berpirsyariya herkesî ye jî. Tenê bi siyasetmedaran yan jî tenê bi mêr an jî jinan  ve girêdayî nîn e. Ji siyasetmedar, pêşengên oldarî, saziyên sivîl, jinan û mêran bigirin heta karsaz û pêkhateyên din ên civakî eleqeder dike. Em jî bi hemû aliyan re xebatên cuda dimeşînin. îro jî em bi jinan re wê xebatê lidar dixin û ew jî gotinên xwe vedibêjin.”

Yek ji pêşenga rêxistina Jînên Îrlandî, Monîca Mcwilliems di axaftina xwe de, balê kişand ku têkoşîna maf û azadiyan li her ciyêkî cîhanê dişibe hev û li gel alîyên ku aşitiyê divê bikin, berpirsyarî û rola saziyên sivîl û hemû pêkhateyên civakî yên din jî di pêkhatin û pêknehatina aşitiyê de heye.

Nevîn Îl jî bal kişand ku 200 sal e Kurd li aşitiyê digerin û ew lêgerîn hêj jî berdewam e. Îl balê kişand ku mînaqên aştiyê ku li cîhanê pêkhatine ji bo aşitiyên nû hem ceribandinin, hem jî ciyê hêvîyê ne.

Seroka Encûmena Rêveber a DTSOyê Nevîn Îl ji K24ê re ragihand: “Di belgefîlmê de ku îro hat nîşandan, diyar dibe ku bi beşdariya jinan a pêvajoyê re, kêşe ber bi çareseriyê ve diçe û ev jî nîşane ye ku pêkve lêgerîna aştiyê girîng e. Bawer dikim ku li Tirkiyê jî bi beşdariya jinan û pêkhateyên civakî dê rêya aştiyê xweş bibe û emê jî aştiya xwe ya civakî saz bikin.”

Di komxebata ‘Jinên ku aştiyê bilêv dikin ‘ de, bal hat kişandin ku li welatên cuda ku kêşeyên xwe çareser kirine jî, pêvajoyên çareseri û aştiyê carina qut bûne û hat ragihandin ku dê ew pêvajo tekez carên din dest pê bikin û aşitiya civakî jî dê mîsoger bibe.