Xelkê Diyarbekirê ji serdana îro ya Erdogan li benda peyamên nû ne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 23ê Cotmehê serdana Diyarbekirê dike. Beriya serdana Erdogan, hem alîgirên AK Partiyê yên Kurd, hem jî raya giştî peyamên ku li Diyarbekirê ragihîne girîng dibînin û bi meraq çaverê ne.

Diyarbekir (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 23ê Cotmehê serdana Diyarbekirê dike. Beriya serdana Erdogan, hem alîgirên AK Partiyê yên Kurd, hem jî raya giştî peyamên ku li Diyarbekirê ragihîne girîng dibînin û bi meraq çaverê ne.

Li Diyarbekirê amadekariyên pêşwaziya Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partiyê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan hatine temam kirin û êdî raya giştî çaverê ye ku di 23’ê Cotmehê de Erdogan gotarên xwe  pêşkêş bike.

Rêvebir û alîgirên AK Partiyê balê dikşînin li ser gavên ku di serdema AK Partiyê de di meseleya Kurd de hatine avêtin û hêviyên xwe yên ji ragihandina peyamên gavên nû û pêşdetir radigihînin.

Serokê Medya û Danasînê yê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mehmet Fatîh Kayhan ji K24ê re ragihand: “Serokomar her ku hatiye Diyarbekirê, îllakî peyamên girîng ji bo Diyarbekir û gel û welatiyan ragihandiye. Em vê carê jî bi hêvî ne bi rastî ku peyamên xêrê û xizmetê ragihîne.”

Lêkolînerên civakî jî balê dikşînin ku serdanên Erdogan yên bo Diyarbekirê,  beriya tifaqa bi MHPê re, hêj di nav civakê de bi kelecanî dihatin çaverêkirin, lê balê jî dikşînin û girîng dibînin ku Erdogan, di serdana xwe 2021’an de jî dîsa behsa pêvajoya aştî û çareserîyê kiribû.

Rêveberê Navenda Lêkolînê yê RAWESTê Rojesîr Gîrasun ji K24ê re diyar kir: “Girtîgeha Diyarbekirê diyar e dê bibe mûze û dê Erdogan li ser wê peyaman bide. Ya duyem herî girîng jî; niha herkes, hem alîgirên AK Partî, hem alîgirên HDPê û partiyên din, Kurdên li Bakurê Kurdistanê li ser yek xalekê lihevkirî ne û çaverê ne ku tiştekî li ser bê gotin. Ew daxwaza hevpar jî ziman e, zimanê zikamakî ye, dixwazin ku Erdogan li ser zimanê Kurdî hin tiştan bibêje. Ev daxwaz hem ji partiyên opozisyonê hem jî ji yên desthilatê daxwazên hevpar in.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro gotarekê ji bo beşdarên mîtinga ku dê bê lidarxistin, pêşkêş bike. Gelek daxwaz û hêvîyên ji Erdogan hene, lê ewê çiqas gotarên Erdogan bibe bersiva wan jî piştî ku ew gotar bên pêşkêşkirin, dê diyar bibe.