Li Diyarbekirê ji ber mijê careke din geştên asîmanî rawestiyan

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê careke din ji ber mijê geştên asîmanî rawestiyan û li gorî rewşa dawî geştên sibê bo piştî nîvro hatine paşxistin û li gorî rewşê jî dê piştî nîvro biryarek nû were dayîn.

Li Diyarbekirê ji ber mijê careke din asta dîtine daket û ev yek bû sedem ku geştên asîmanî rawestin. Li gorî agahiyên hatine parvekirin geştên asîmanî yên navbera demjimêr 9.00 û 12.00 ji Diyarbekir bo Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr hatibûn plankirin rawestiyane û bo piştî nîvro hatine paşxistin.

Tê pêşbînîkirin ku mij nava rojê de zêdetir bibe û ev yek jî dê bibe sedem ku geştên asîmanî betal bibin.