YNKê daxwaz ji PDKê kir ku vegere Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî sarbûna peywendiyên navbera PDK û YNKê li ser asta bilind, Berpirsê Melbendê Karkûkê yê YNKê serdana Liqa 3 ya PDKê kir û daxwaz kir ku PDK bi rengekê fermî vegere hola civînên Encûmena Parêzgeha Karkûkê. Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Liqa 3 ya PDKê tekez kir ku ev mijar ji aliyê serkirdetiya partiya wan ve di qonaxa danûstandinan de ye.

Tevî wê veqetiyana siyasî ya ku ev demek e di peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de li ser asta bilind heye, lê li Karkûkê hestiyariya rewşê û hevrikiya pêkhateyan herdu partiyan neçar dike ku deriyê danûstandinan vekirî bihêlin.

Armanca serdana Berpirsê Melbendê Karkûkê yê YNKê bo Liqa 3 ya PDKê pîrozkirina destpêkirina karî ji aliyê Berpirsê nû yê wê liqê bû, lê di naverokê de peyameke giring bi wî re bû. Peyam daxwazek bû bo vegera PDKê bo nav civînên Encûmena Parêzgeha Karkûkê; bi taybetî piştî pêkanîna îdareya nû ya Karkûkê ku tê de YNKê ligel pêkhateyên Ereb û Turkmenan bêyî PDKê lihevkirin kiribû û PDK ji postên îdarî hatibû bêparkirin.

Berpirsê Liqa 3 ya PDKê li Karkûkê Sîrwan Seyîd Asî di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê li ser bersiva vê peyamê ragihand: "Ev pêşniyar an ev peyam ku Serok Barzanî nivîsiye bo hemî aliyên siyasî yên Kurdistanî ye, daku em hemî bi hev re yek bin û bizavê bikin ku hemî arêşe û aloziyên ku hene bidin aliyekî û berjewendiya miletê xwe bînin pêşiya hemî karên xwe. Ew bizav hêdî hêdî ber bi bicihanînê ve diçin."

Sîrwan Seyîd Asî herwesa got: "Hatina şanda Melbendê 2 bo bal me, me çend mijar bi hev re nîqaş kirin. Em bizavê dikin ku em di xizmeta gelê xwe de bin û di xizmeta Karkûkê de bi hev re hevahengiyeka tam bikin."

Di derheqa pirsa vegera fermî ya PDKê bo rûniştinên Encûmena Parêzgeha Karkûkê de, Sîrwan Seyîd Asî eşkere kir ku hemî aliyan heman daxwaz hebûye û got: "Mijara çûna endamên me bo civînên Encûmenê, hemî kutleyên nav Encûmenê û aliyên siyasî yên nav Encûmenê daxwaz kiriye ku em vegerin civînan. Ew mijar niha ji aliyê serkirdetiya me ve ligel aliyan di bin behs û danûstandinan de ye."

Ev bizav di demekê de ne ku hemî fraksiyonên nav Encûmena Parêzgeha Karkûkê bi rengekê fermî daxwaza vegera PDKê bo rûniştinan dikin, lê PDK mijarê dinirxîne û biryar e di paşerojeke nêzîk de biryara xwe ya dawiyê li ser vê pirsê rabigihîne.