Ferhad Etrûşî ligel Hadî Amirî û Qeys Xezelî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê çend civînên siyasî yên giring ligel serkirdeyên diyar ên Iraqê kirin; tê de ligel Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedrê û Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlil Heq pêşveçûnên siyasî, pirsa pêkanîna hikûmetê û bihêzkirina hevkariya navbera aliyên cuda cuda nîqaş kirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Ferhad Emîn Etrûşî îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) di çarçoveya hevdîtinên xwe yên siyasî de bo nirxandina guhertinên herî dawiyê û rewşa giştî ya welat, du civînên cuda ligel Emîndarê Rêxistina Bedr Hadî Amirî û Emîndarê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlil Heq Qeys Xezelî kirin.
Di destpêkê de, Dr. Ferhad Etrûşî bi amadebûna çend endamên Parlamentoya Iraqê, ligel Hadî Amirî civiya. Di hevdîtinê de danûstandin li ser guhertinên siyasî yên dawiyê, pirsa temamkirina kabîneya hikûmeta federalî û girîngiya berdewambûna hevahengiya navbera desthilatan hatin kirin, daku baştirîn xizmetkar pêşkêşî welatiyan bên kirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê di vê hevdîtinê de tekez li ser pêdivîtiya zêdetir çalakkirina rola danana qanûnan û çavdêriya parlamentoyê kir. Herwesa bal kişand ser piştgirîkirina bizavên rûbirûbûna gendeliyê û dabînkirina çarçoveyeke qanûnî ya guncayî bo saziyên peywendîdar, bi rengekî ku di çespandina aramiyê û bicihanîna daxwazên gelê Iraqê de alîkar be.
Ji aliyekî din ve û di berdewamiya hevdîtinan de, şanda fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de bi serokatiya Dr. Ferhad Etrûşî, serdana Emîndarê Giştî yê Esaîb Ehlil Heq Qeys Xezelî kir.
Di wê hevdîtinê de jî, her du aliyan tekez li ser zêdetir pêşxistin û bihêzkirina hevahengî û hevkariya dualî kir, bi armanca xizmetkirina dozên niştimanî û birêvebirina pêvajoya siyasî.