Axios: Trump yekalî dibe; şerê giştgir an lihevkirina bi Tehranê re
Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera “Axios”ê ya Amerîkayî eşkere kir ku Koçka Spî û Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê di danûstandinan de ne, bo rêkxistina civîneke giring di navbera Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îsraîlê de di hefteya bê de. Ev civîn di demekê de ye ku Trump li pêşberî biryareke yekalîker a destpêkirina şerekî giştî yê hevpar li dijî Tehranê yan qebûlkirina agirbesta Qeterê ye.
Malpera “Axios”ê ya Amerîkayî îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) ji zarê berpirsekî Koçka Spî û çavkaniyeke Îsraîlî belav kir ku danûstandinên germ bo rêkxistina civînekê di navbera Donald Trump û Benjamin Netanyahu de li Koçka Spî bi rê ve diçin, her çend e hîna dema fermî ya wê civînê nehatiye diyarkirin.
Li gorî raporta wê malperê, ev civîna çaverêkirî di demekê de ye ku Trump li pêşberî biryareke çarenivîssaz e li ser paşeroja şerê Îranê. Waşinton niha li pêşberî du bijardeyan e:
Ya yekê, qebûlkirina destpêşxeriya nû ya Qeterê bo agirbestê û ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê.
Ya duyê jî destpêkirina operasyoneke mezin a serbazî ya hevpar ligel Îsraîlê ye, bo neçarkirina Tehranê bi teslîmbûnê, mîna operasyona "Hêrsa Destanî" ku di 28ê Sibatê de hatibû kirin.
Di wê raportê de hatiye diyarkirin ku Netanyahu hefteya borî daxwaza hevdîtinekê ligel Trump kiribû, lê ji ber paşxistina merasîma sersaxiya senatorê koçkirî Lindsey Graham geşta xwe paş xist. Biryar e roja Sêşema bê bo pişkdarîkirina di merasîmê de bigihîje Waşintonê.
Netanyahu ji dema vegera Trump bo Koçka Spî di heyama sal û nîva borî de, 6 caran serdana Amerîkayê kiriye ku ev jî rêjeya herî zêde ye di navbera serkirdeyên cîhanê de, tevî ku vê dawiyê ji aliyê Demokratan û hinek alîgirên Trump bi xwe ve jî li navxweya Amerîkayê tê rexnekirin.
Ji aliyê xwe ve, berpirsên Îsraîlî tekez dikin ku artêşa wan xwe bo senaryoyên cuda û berfirehbûna şerekî giştgir di heyama çend rojên kêm de amade kiriye. Lê di heman demê de destnîşan kiriye ku tevlîbûna rasterast a Îsraîlê di wî şerî de dê tenê di rewşa êrîşkirina ji aliyê Îranê ve yan li ser daxwaza fermî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê be.