Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê rewşa navçeyê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Dewleta Îmaratê, rewşa giştî ya navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Gulanê di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Dewleta Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayid Al Nehyan, rewşa giştî ya navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê gotûbêj kirin.
Herwiha hate diyarkirin ku her du aliyan êrîşên vê dawiyê yên li ser Dewleta Îmaratê şermezar kirin û tekezî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê û bidawîanîna êrîşan kirin.