Karwaneke din a koçberên Efrînê vedigere ser cih û warê xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rêkeftina girîng a 29ê Çileyê, pêla vegera koçberên Efrînê ber bi zêdebûnê ve diçe. Îro karwanekî nû ku ji 1200 malbatî pêk tê, ji herêma Cizîrê ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, îro 9; Gulanê serê sibehê bi sedan malbatên koçber ên Efrînê ku li bajarê Hesekê bi cih bûbûn, ber bi malên xwe ve vegeriyan. Ev veger di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de tê pêkanîn.
Tevî ku biryar bû koçberên Efrînê yên li Qamişlo jî îro bi rê bikevin, lê pamanêrê me da zanîn ku bi sedemeke nenas vegera wan hatine paşxistin. Tê payîn ku di rojên pêş de pirsgirêkên teknîkî werin çareserkirin û ew karwan jî bi rê bikeve.
Efrîn di 20ê Çileya 2018an de, piştî êrîşa artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar, rûbirûyî koçberiyeke mezin bûbû û zêdetirî 300 hezar şêniyên wê neçar mabûn axa xwe bicih bihêlin. Beşek ji wan koçberan li devera Şehbayê bi cih bûbûn, lê piştî geşedanên leşkerî yên dawiya sala 2024an, ew koçber careke din ber bi Reqa, Kobanê û Cizîrê ve hatibûn veguhestin.
Her çiqas vegera xweser û qaçax ji Nîsana 2018an ve berdewam dikir, lê ji sala 2025an û vir ve pêla vegerê bi rêjeyeke berçav zêde bûye. Rêkeftina 29ê Çileya 2026an wekî xaleke werçerxanê tê dîtin ku rê dide koçberên mayî bi awayekî fermî û komî (karwan bi karwan) vegerin ser warê bav û kalên xwe.