Trump "Projeya Azadiyê" bi awayekî demkî rawestand: "Bi Îranê re nêzîkî peymanê ne"

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wan operasyona "Projeya Azadiyê" ya li Tengava Hurmizê bi awayekî demkî rawestandiye. Trump sedema vê gavê wekî "pêşketina di danûstandinên ligel Îranê de" nîşan da.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 6ê Gulana 2026an li ser platforma xwe ya "Truth Social" di daxuyaniyekê de aşkere kir, wî biryar daye ku liv û tevgera keştiyan a di çarçoveya "Projeya Azadiyê" de li Tengava Hurmizê ji bo demekê bide rawestandin.

Li gorî gotina Trump, ev biryar li ser daxwaza dewleta Pakistanê û çend welatên din hatiye girtin. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev pêngav piştî "serkeftinên mezin ên leşkerî" yên Amerîkayê li dijî Îranê û nêzîkbûna her du aliyan a ji bo peymanekê tê. 

Trump got: "Di proseyê de pêşketineke berçav ji bo gihîştina peymaneke dawî û temam ligel nûnerên Îranê pêk hatiye. Ji ber vê yekê, her du alî li ser rawestandina demkî ya liv û tevgera keştiyan li Tengava Hurmizê lihev kirin, da ku derfetek ji bo îmzekirina peymana dawî çêbibe."

Tevî rawestandina operasyona navborî Donald Trump tekez kir, zextên li ser Îranê kêm nabin. Trump got: "Her çend Projeya Azadiyê bi awayekî demkî hatibe rawestandin jî, lê dorpêça deryayî bi hemû hêz û bandora xwe wekî xwe dimîne û dê berdewam bike."

Operasyona "Projeya Azadiyê" di 3ê Gulana 2026an de bi fermana Trump û di bin çavdêriya CENTCOMê de hatibû destpêkirin. Di operasyonê de zêdetirî 100 firokeyên şer û 15 hezar leşker beşdar bûn. Armanca serekî parastina keştiyên bazirganî û mîsogerkirina dorpêça li ser benderên Îranê bû.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Îranê berî niha hişyarî dabûn ku her cure destwerdaneke Amerîkayê li vê navçeyê wekî "binpêkirina agirbestê" dibînin.