Trump: Me di 24 saetên borî de danûstandinên baş ligel Îranê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku hêzên asmanî û mûşekî yên Îranê bi rêjeyeke mezin lawaz bûne û di dema 24 saetên borî de wan danûstandinên pir baş kirine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 06ê Gulana 2026ê) di daxuyaniya xwe ya herî nû de rewşa leşkerî ya Îranê eşkere kir û got: "Êdî ti radarek ji bo Îranê nemaye û piraniya cebilxaneya wê ya mûşekî ji nav çûye." Trump amaje bi wê yekê jî da ku tenê 18-19% ji şiyanên wan a mûşekî mane, ku ev jî li gorî berê gelek kêm e.
Serokê Amerîkayê behsa bandorên şer li ser aboriyê kir û diyar kir: "Bazarên pişkan niha ji dema destpêkirina şer bilindtir in. Min hizir dikir ku dibe nirxê petrolê bigihîje 200 heta 250 dolaran, lê niha li derdora 100 dolarî ye." Trump tekez jî kir: “Xwe eger nirxê petrolê gihîştabûya 200 dolaran jî, dîsa şer bi ber diket ji ber ku armanc parastina ewlehiyê bû.”
Trump geşbîniya xwe ji bo gihîştina bi lihevkirinê nîşan da û got: "Îranî dixwazin lihevkirinê bikin. Me di 24 saetên borî de danûstandinên pir baş kirine û îhtîmaleke mezin heye ku em bigihîjin lihevkirina dawiyê."
Serokê Amerîkayê careke din tekez kir ku ew dê rêyê nede ku Tehran bibe xwediya çekê atomî û ragihand: "Nabe ku Îranê çekê atomî hebe û ew jî li ser vê xalê razî bûne."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê geşbîniya xwe li ser bidestxistina uranyuma pîtandî ya Îranê nîşan da, di demekê de ku her du welat ji bo bidawîanîna şerê di navbera xwe de di danûstandinan de ne.
Trump, dema ku ji çalakiyeke li Koçka Spî derket, di bersiva pirseke rojnamevanekî de li ser uranyuma pîtandî ya Îranê bi kurtî got: "Em dê wê bi dest bixin."
Li gorî datayan, heta niha zêdetir ji 408 kîlogramên uranyuma pîtandî ya asta bilind li ber destê Îranê heye û hêj nedaye destê aliyê sêyê, ku ev jî xala sereke ya nakokî û danûstandinên di navbera her du welatan de ye.