Serokwezîrê Qatarê: Tengava Hurmizê dê vekirî bimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qatarê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî ragihand, garantî hatiye dayîn ku Tengava Hurmizê neyê girtin. Al Sanî her wiha aşkere kir, ji bo geşepêdana aborî, projeya avakirina sindoqeke veberhênanê ya 100 milyar dolarî ligel Îranê di rojevê de ye.

Şêx Mihemed îro 24.06.2026an di hevpeyvînekê ligel rojnameya "Financial Times" a Brîtanî de diyar kir, Tengava Hurmizê vekirî ye û garantî hatiye dayîn ku biryara girtina wê nehatiye dayîn. Al Sanî got: "Em pêşbînî dikin ku di nava 30 rojan de piştî gihîştina lihevkirinê, hatûçûna deryayî li tengavê vegere rewşa xwe ya asayî."

Derbarê xebatên kompanyaya neteweyî ya enerjiyê de, Serokwezîrê Qatarê tekez kir ku "Qatar Energy" heta garantiyên tam ên ji bo karkirineke aram û bêmetirsî nestîne, xebatên xwe yên asayî li navçeyê dest pê nake.

Al Sanî daxwaz kir, di navbera Amerîka û Îranê de "xeteke peywendiyê ya rasterast" were avakirin, nexasim di dema paqijkirina tengavê ji mînên çandî, daku rê li ber her cure têkdan û provokasyonê were girtin.

Her wiha bal kişand ser giringiya mekanîzmaya peywendiyê ya ku li Swîsreyê li ser hatiye lihevkirin, daku rê li ber agahiyên çewt û bawerpênekirî li navçeyê were girtin.

Di warê aborî de, Serokwezîrê Qatarê behsa pêşniyara avakirina sindoqeke veberhênanê ya bi nirxê 100 mîlyar dolarî ligel Îranê kir. Şêx Mihemed ev proje wekî armanceke "mezin" binav kir û got: "Di pêşerojê de dibe ku daxwaz ji welatên din ên Kendavê jî were kirin ku pişka xwe di dabînkirina fînansekirina vê sindoqê de bidin."