Zêdetir ji 3 milyon ziyaretkarên Îranî ji bo Aşûrayê gihîştin Kerbelayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Radyo û Televîzyona Îranê ragihand, zêdetirî 3 milyon ziyaretkarên Îranî ji bo beşdarbûna di bîranîna Aşûrayê de, gihiştine bajarê Kerbelayê yê Iraqê.

Li gorî daxuyaniya ku îro 24.06.2026an hat weşandin, tenê di nava rojekê de nêzîkî 400 hezar ziyaretkarên Îranî di sînorên bejayî re derbasî xaka Iraqê bûne. Ev pêla ziyaretkaran ji bo beşdarbûna di merasîmên 10ê Miheremê (roja Aşûrayê) de ye ku biryara sibe Pêncşemê, 25ê Hezîranê, li seranserî Iraqê were lidarxistin.

Parêzgeha Kerbelayê her sal di bîranîna Aşûrayê de pêşwaziya bi milyonan ziyaretkarên ji hundir û derveyî Iraqê dike. Ji bo parastina canê welatiyan û merasîm bi aramî derbas bibin, hêzên ewlehiyê yên Iraqê tedbîrên tund girtine û planeke berfireh a xizmetguzariyê tenduristî, xwarin û veguhastinê, hatiye amadekirin.

Ziyareta Aşûrayê ya li Kerbelayê, wekî yek ji giringtirîn bîranînên olî tê dîtin. Di vê rojê de bi milyonan misilmancên Şîe salvegera şehîdbûna Îmam Husên (kurê Elî) bibîr tînin, ku di roja dehemîn a meha Miheremê ya sala 61ê koçî de li Kerbelayê hatiye şehîdkirin.