CENTCOM: Me serkirdeyekî bilind ê DAIŞê li Sûriyeyê kuşt
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrîşeka esmanî li bakurê rojavayê Sûriyeyê, serkirdeyekî bilind ê DAIŞê bi navê "Elî Husên Uleywî" kuştine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku di êrîşeka esmanî de li bakurê rojavayê Sûriyeyê, serkirdeyekî astê bilind ê rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi navê "Elî Husên Uleywî" hatiye kuştin.
Ev êrîşa esmanî di 19ê Hezîranê de hatibû kirin. Armanc jê lengkirin û jinavbirina wan terorîstan bûye yên ku bizavê dikin êrîşê bikin ser welatiyên Amerîkî li dervayî welat an jî axa wan bikin armanc.
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di vî warî de ragihand: "CENTCOM û hevparên wê bi binbirkirina paşmayiyên DAIŞê pabend in, bo misogerkirina şikestina herdemî ya wê rêxistinê." Wî tekez jî kir ku ew dê bo parastina serbazên Amerîkayê û hevpeymanên wan li seranserî deverê berdewam bin.
Ev operasyon wekî pişkeka bizavên berdewam ên Amerîkayê bo sînordarkirina livîna komên çekdar li Sûriyeyê û parastina ewlehiya navdewletî tê dîtin.