Berdevkê Hikûmetê: Ji bo şandina mûçeyan ti pirsgirêk tune ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Hewlêr û Bexda ji bo kêmkirina para dahata navxwe ya ku radestî Bexdayê tê kirin di nava guftûgoyên berdewam de ne. Her wiha aşkere kir, her du alî li ser cîbicîkirina sîstema nû ya gumrikê nêzîkî lihevkirinê ne.
Pêşewa Hewramanî îro Çarşemê (24.06.2026) ji Kurdistan24ê re diyar kir, biryara Bexdayê ya derbarê şandina 120 milyar dînar ji dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê, "bingeheke xwe ya yasayî tune ye." Hewramanî got: "Ji bo berjewendiya giştî û ji ber rewşa darayî, em ligel Serokwezîrê Iraqê di peywendiyê de ne, daku ev birê pereyî were kêmkirin û têgihîştineke baş di navbera her du aliyan de heye."
Derbarê mûçeyê fermanberan de, Berdevkê Hikûmetê piştrastî da û got ku ti kêşeyek di şandina mûçeyan de ji aliyê Bexdayê ve nemaye.
Hewramanî her wiha bal kişand ser sîstema nû ya gumrikê ya bi navê "Asycuda" û destnîşan kir ku Hewlêr û Bexda nêzîkî lihevkirina dawî ne. Hat ragihand, ji bo temamkirina rênimayên vê sîstema nû li dergehên sînorî, pêdivî bi 4 mehên din heye. Di vê çarçoveyê de, roja 29ê Hezîranê şandeke hikûmeta Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.
Hikûmeta Kurdistanê daxwaz kiriye ku di heyama 4 mehên cîbicîkirina sîstemê de, dolar bi nirxê fermî ji bazirganan re were dabînkirin û her wiha bazgehên navbera bajaran ên ku astengiyê di karsaziya bazirganan de çêdikin, werin rakirin.
Her îro jî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Qubad Talebanî civiya. Di civînê de hûrguliyên peymana 18ê Hezîranê ya ligel Bexdayê derbarê hevahengiya gumrikê û sîstema Asycuda hatin gotûbêjkirin.