Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û du mijaran gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê (24.06.2026), bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û du mijarên giring gotûbêj dike.
Li gorî agahiyan, rojeva civînê ji van her du mijarên sereke pêk tê:
Mijara yekem, kurteya lihevkirina di navbera Desteya Gumrika Federal û Gumrika Herêma Kurdistanê de tê pêşkêşkirin. Ev mijar peywendî bi cîbicîkirina sîstema nû ya bi navê "Asycuda" heye, ku di 18ê Hezîrana 2026an de li Bexdayê hatibû îmzekirin.
Wezaretên Darayî, Bazirganî, Navxwe, Plansazî, Çandinî, Tenduristî û çend fermanberiyên din hatine erkdarkirin ku ligel hikûmeta federal hevahengiyê bikin, daku amadekariyên dawî ji bo pesendkirinê di Encûmena Wezîran de werin temamkirin.
Mijara duyem, taybet e bi çaksaziya di warê xanenişînî û dabînkirina civakî ya karkeran de. Di civînê de dê li ser pêşniyara Wezareta Kar û Karûbarên Civakî biryar were girtin. Armanca vê pêngavê ew e ku ji bo karkerên sektora taybet, kêmtirîn mûçeyê xanenişîniyê were diyarkirin.
Li gorî pêşniyarê, dê mûçeyê herî kêm wekî 500 hezar dînar ji bo karkerên xanenişîn were dabînkirin. Wezîra Kar û Karûbarên Civakî dê hûrguliyên vê pêngavê û çawaniya dabînkirina budçeyê ji bo endamên Encumena Wezîran rave bike.