Îro li Hewlêrê û bajar û bajarokên din xwepêşandanên berfireh tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro saet 10:30ê sibehê li Hewlêrê, kombûn û xwepêşandana sereke li Baxê Şar li nêzîkî Kela Hewlêrê birêve biçe. Bi vê boneyê, Parêzgarê Hewlêrê bangawaziyeke niştimanî arasteyî hemû çîn û pêkhateyan kiriye, wekî fermanber, mamoste, xwendekar, karker, kasibkar, ciwan, jin, aliyên siyasî, pêkhateyên olî û neteweyî û rêxistinên civakî, da ku bi awayekî berfireh beşdar bibin û peyameke zelal, aştiyane û yekgirtî bigihînin cîhanê.
Di rênimayên Parêzgarê Hewlêrê de hatiye tekezkirin ku di vê kombûnê de dê tenê Alaya Kurdistanê bê bilindkirin û rê bi ti alayeke din an jî dirûşmên partîtî û taybet nayê dayîn. Derbarê dewama fermî de jî hatiye zelalkirin ku îro bêhnvedana fermî nîne û dewama sazî û dezgehan ji bo meşandina karûbarên welatiyan dê asayî be; lê belê ji hemû rêveber û berpirsên fermangeh û navendên xwendinê re desthilata temam hatiye dayîn ku hêsankariyê bikin û moletê bidin fermanber û mamosteyan da ku beşdarî vê helwesta niştimanî bibin.
Li Dihok, Zaxo, Akrê û Dêrelûkê çalakiyên nerazîbûnê
Hevdem ligel paytextê, îro sibehê li sînorê parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî çalakiyên nerazîbûnê û meşên girseyî li dijî biryarên Bexdayê birêve diçin. Li Dihokê saet 10:00ê sibehê xwendekar û ciwan li ber deriyê Zanîngeha Dihokê dicivin û di heman demê de li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî xwendekar û ciwan li Parka Şehîdan kom dibin.
Her wiha li Akrê saet 10:00ê sibehê meşeke nerazîbûnê ji Trafîka Kelê heta Qada Kanî Mam Kirûka dest pê dike û li nahiyeya Dêrelûkê jî saet 11:00ê berî nîvro xwendekar, ciwan û kesayetên deverê li navenda nahiyeyê dicivin.
Li Hesekê û Sineyê dengê piştgiriyê bilind dibe
Li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê jî, her îro Pêncşemê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan tên kirin.
Li Sineyê, welatiyên bajêr ku êvara duh Çarşemê (25ê Mijdara 2026an) bangawaziyek belav kiribûn, biryar e îro saet 4:00ê êvarê li Caddeya Fîrdewsî di bin dirûşma "Başûr ne bi tenê ye, Sine piştevan e; yekgirtina me sînoran nas nake" de dakevin kolanan.
Welatiyên Sineyê di bangawaziya xwe de ragihandine ku ew li hemberî gef û êrîşên nerewa yên Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê dadikevin kolanan, da ku dengê yekgirtin û piştgiriya xwe ya ligel xelkê beşên din ên Kurdistanê bigihînin cîhanê. Ew tekez dikin ku kombûna wan ragihandina piştgiriyê ye ji bo ewlehî, azadî û mayîna qewareya Herêma Kurdistanê.