Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hevkariyên Amerîkayê kir

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tuller û şanda ligel wî kir.
Di civînê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê û daxwaz û derfetên pêşvebirina wan, gotûbêjên stratejîk ên Iraq û Amerîkayê, metirsiyên terorê, rûbirûbûna DAIŞê û giringiya berdewamiya piştevaniya navdewletî bo Iraqê di şerê dijî terorê de, hewldanên çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexdayê û mijara hilbijartinên dahatû yên Iraqê gotûbêj kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku derbasbûna kêşe û tehediyên li ber Iraqê, piştgirî û karê pêkvebûnê û hevkariya navbera alî û pêkhateyên Iraqê pêwîst e û li ser vê mijarê civaka navdewletî jî dikare alîkar û hevkar bibe.
Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariyên serbazî yên van demên dawî yên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir, ku di çarçoveya beşeke hevkariyên serbazî de bo Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê û metirsiyên DAIŞê, îro beşek ji para Herêma Kurdistanê radestî Wezareta Pêşmerge hate kirin.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê pesnê pêkvejiyan û tebayiya navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê da û amaje bi giringiya rola Herêma Kurdistanê ji bo aramiya li herêmê kir. Herwiha piştevaniya Amerîkayê ji bo herêmeke bihêz a Kurdistanê di çarçoveya Iraqa Federal de anî ziman.
Geşedanên herî dawî yên belavbûna vîrûsa koronayê û hewl û rêkarên rûbirûbûna wê li Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran, rewşa herêmê bi giştî û giringiya xebata parastina aramiyê li Rojhilata Navîn û çend mijarên din, beşeke din a civînê bû.
