900 çekdarên DAIŞê li Enbarê mûçeyên şehîdbûnê werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîteya Şehîd û Birîndaran li parêzgeha Enbarê ya Iraqê eşkere kir ku, nêzîkî 900 çekdarên DAIŞê mûçeyên şehîdbûnê werdigirin û bi sedan kes jî mûçeyên xanenişînbûnê werdigirin ku pêştir endamên DAIŞê bûn û li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê şer kiriye.

Serokê Komîteya Şehîd û Birîndaran li Enbarê Rehîb Heyas ragihand ku, nêzîkî 900 çekdarên DAIŞê niha mûçeyên şehîdbûnê werdigirin. Amaje jî da ku, wan komîteyek ji bo mijara mûçeyên şehîdbûnê yên wan 900 çekdarên DAIŞê çê kiriye.

Rehîb Heyas eşkere jî kir ku, wan ew komîte çê kiriye da ku lêkolîna li ser navên sexte bike, bi taybetî jî li ser navên wan çekdarên DAIŞê yên ku di rûbirûbûnan de hatine kuştin û kesûkarên wan niha mûçeyên şehîdbûnê werdigirin.

Serokê Komîteya Şehîd û Birîndaran li Enbarê amaje jî da, “Bi sedan kes mûçeyên xanenişînbûnê jî werdigirin, di demekê de ku berî niha ew endamên DAIŞê bûn û di navbera salên 2015 û 2016an de li dijî hêzên ewlehiyê yên Iraqê şer kiriye.

Rehîb Heyas herwesa got, “Komîteya lêkolînê ya taybetmend li Bexdayê, piştî eşkerekirina rûpelên karûbaran ên saxte û guhertina rûpelên karûbaran ên kesên daxwazkirî, mûçeyên nêzîkî 30 hezar fermanberan rawestandin ku dîroka wan rûpelên saxte jî ji bo berî çend salan vedigere.”

 
 
Fly Erbil Advertisment