Tirkiye: Îsraîl rast nabêje

Artêşa Tirkiyeyê
Artêşa Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, “Tiştê ku Îsraîl idîa dike ku qaşo wê bingehên leşkerî yên welatê me li Sûriyeyê bombebaran kirine ji rastiyê dûr e û ti bingeheka wê tune ye.”

Artêşa Îsraîlê di du helkeft û demên cuda de di mehên Tebax û Îlonê de ragihand ku, wan çend cihên leşkerî yên Tirkiyeyê li nav axa Sûriyeyê bombebaran û wêran kirine.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk ji medyaya Tirkiyeyê re ragihand, “Gotgotka armanckirina hêzên Tirkiyeyê li nav axa Sûriyeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve ji rastiyê dûr e û ti bingeheka wê tune ye.”

Zeki Akturk herwesa got, "Êrîşa Îsralê li ser şanda danûstandinan a tevgera Hamasê li Dohaya Qeterê selimand ku, Îsraîl tenê siyaseta terorê dizane û li ser şer û aloziyan dijî.”

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ji aliyekî din ve jî ragihand, “Enqereyê dest bi perwerdekirina artêşa Sûriyeyê kiriye û hemû alîkariyên leşkerî û lojîstîkî jî pêşkêş dike.”

 
Fly Erbil Advertisment