Aborînasekî Îraqî li gorî serhejmêriyê pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de diyar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Aborînasekî naskirî yê Îraqî, bi piştbestina li ser encamên serhejmêriya giştî ya şêniyan a sala 2024ê, tekez kir ku pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de 14.14% ye ne 12.7%.
Aborînasê naskirî yê Îraqî Nebîl Mersûmî îro Yekşem, 15ê Mijdara 2026ê, di belavokekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê bal kişand ser pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de û bi piştbestina li ser datayên serhejmêriya giştî ya şêniyan tekez kir ku ew pişk 14.14% ye ne 12.7%.
Mersûmî belavoka xwe bi pirsyarekê dest pê kiriye: "Pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de 12.7% ye yan 14.14%?" Paşê li gorî serhejmêriya giştî ya şêniyan a sala 2024ê amar xistine ber çavan û nivîsiye: "Hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar kes e, di demekê de ku hejmara şêniyên Îraqê 46 milyon û 118 hezar kes e."
Wî aborînasê Îraqî di pareka din a belavoka xwe de jî amaje bi wê yekê kiriye ku "aborî hejmar û şîrovekirin e, ne axaftin û çîrok."
Serhejmêriya giştî ya şêniyan li Îraq û Herêma Kurdistanê di rojên 20 û 21ê Mijdara 2024ê de hate kirin, ku li gorî encamên dawiyê hejmara giştî ya şêniyên Îraqê gihîştiye 46 milyon û 118 hezar û 793 kesan.
Herwisa hejmara şêniyên parêzgehên Herêma Kurdistanê jî gihîştiye 6 milyon û 370 hezar kesan, ku dike 14.14% ji hejmara giştî ya şêniyên Îraqê.