Astengên li ber rêkeftina Şingalê berdewam in

Nêzîkî 5 meh di ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê re derbas bûn, lê heta niha madeyên rêkeftinê nehatine cîbicîkirin.
Şingal
Şingal

Hewlêr (K24) – Nêzîkî 5 meh di ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê re derbas bûn, lê heta niha madeyên rêkeftinê nehatine cîbicîkirin, bi taybetî jî derketina hêzên nerewa. Li gor gotina şarezayên ewlehiyê, PKK û Heşda Şebî li ber cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê, asteng in. Heşda Şebî roj bi roj zêdetir hêz dişîne Şingalê, ev jî li ber asayîkirina rewşê, asteng e.

Guhnedana li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê û şandina kom û milîsan bo Şingalê, wisa kiriye ku tirsa derketina şerekî navxweyî li Şingalê zêde dike. Li gor gotina şarezayên serbazî, PKKê li Şingalê wisa kiriye ku Tirkiye hebûna wan hêz û grûpan weke metirsiyek ji bo welatê xwe bibîne û şer û pevçûnên çekdarî rûbidin.

Şarezayê Serbazî Mihemed Sabîr diyar dike ku nabe xelkê Şingalê rê bidin van hemû hêz û komên cuda li Şingalê qebûl bikin, ji ber ku ew ji bo şer hatine Şingalê û ji bo wan ne grîng e ku xelkê Şingalê vegeriyane an zirar dibînin.

Komkirina bi sed hezaran çekdarên Heşda Şebî û PKKê li Şingalê, rewşa wê deverê aloztir kiriye û beşek ji pisporên warê serbazî, vê yekê weke metirsiyek li ser deverê û bi taybetî li ser Herêma Kurdistanê dibînin, ku ew hêz û komên milîs li Şingalê şer bifiroşin Herêma Kurdistanê.

Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, di 9ê Îlona 2020an de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de rêkeftin hat îmzekirin, lê heta niha ji ber PKK û Heşda Şebî û komên milîs, ew rêkeftin bi awayekî aktîv nehatiye cîbicîkirin û li şûna ku PKK û komên çekdar ên Heşda Şebî ji Şingalê derkevin, hêzên zêdetir şandine Şingalê, vê yekê jî metirsiya şer li deverê zêdetir kiriye.