Prof. Dr. Kadrî Yildirim koça dawî kir

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim îro li nexweşxaneyeke Diyarbekirê koça dawî kir.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim
Prof. Dr. Kadrî Yildirim

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim îro li nexweşxaneyeke Diyarbekirê koça dawî kir.

Parlamenterê berê yê bajarê Sêrtê û akademîsyen Kadrî Yildirim du roj berê ji ber nexweşiya xwînbûna mejî, ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim li nexweşxaneyeke taybet a Diyarbekirê tedawî dibû û ji ber giraniya nexweşiyê, îro koça dawî kir.

Hat ragihandin ku cenazeyê Kadrî Yildirim dê li navenda Diyarbekirê li Goristana Yenîkoyê were veşartin.

Nivîskarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim çend meh berê jî bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketibû û ji vê nexweşiyê rizgar bûbû.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî ye?

- Di 5ê Sibata 1959an de li Diyarbekirê jidayîk bûye.

- Li Zanîngeha Heranê ya li Rihayê, Fakulteya Îlahiyatnasiyê xwendiye.

- Li Zanîngeha Dîcleyê ya li Diyarbekirê li Fakulteya Îlahiyatnasiyê mamostetî kiriye.

- Li Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê, wek Cîgirê Rektor xebitî. Di heman zanîngehê de Koordînatoriya Enstîtuya Ziman û Çanda Kurdî kir.

- Li Zanîngeha Dîcleyê di sala 2010an de, bû profesor.

- Prof. Dr. Kadrî Yildirim zimanên Kurdî, Erebî û Farisî dizanî û 14 pirtûkên wî û gelek gotarên wî yên akademîk hene.

- Di sala 2015an de jî, bûbû Parlamenterê Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).