Rustem Erkan: Kesên bi yasayê vegerin dê di nava Dem Partiyê de siyasetê bikin

Diyarbekir (K24) – Akademîsyen di derbarê pêvajoya çareseriya pirsa kurd de dibêjin, pêvajo baş dimeşe û li gorî nexşerêya hatiye diyarkirin gav hatine avêtin. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di sala bê de Abdullah Ocalan êdî derkeve ser ekranên televîzyonê jî. Mafnas jî dibêjin ku pêvajo giran dimeşe û divê bêyî ku bibe bangeşeya hilbijartinan, mafên rewa yên kurdan werin naskirin.

Di pêvajoya çareseriyê de, çavê raya giştî li Lijneya Ewlekariya Neteweyî ye ku dema Lijneya Ewlekariya Neteweyî ragihîne ku PKKê çek danîne wê yasaya pêvajoyê bikeve meriyete û wê yasa jî 6 mehan di meriyetê de be. Akademîsyenên ku pêvajoyê ji nêz ve dişopînin didin zanîn ku endamên PKKê yên di çarçoveya yasayê de vegerin û tevlî siyasetê bibin dê di kongreya Dem Partî ya bihara 2027ê de tevlî Dem Partiyê bibin û dibe ku di wê kongreyê de jî navê Dem Partiyê were guherîn.

Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zankoya Dîcle Rustem Erkan ji K24ê re got: “Dibe ku di mijdarê de Lijneya Ewlekariya Neteweyî civînek awarte li dar bixe û bêje PKKê çekên xwe danîne, dema wisa be wê yasa bikeve meriyete û 6 mehan wê derbasdar be ku em 6 mehan danin ser mijdarê rastî bihara 2027ê tê û kongreya Dem Partiyê wê demê ye. Di wê kongreyê de jî kesên ku çek danîne û ji yasayê sûd wergirtine wê tevlî Dem Partiyê bibin û wê navê Dem Partî were guherîn. Piştî vê jî êdî pêvajoya bangeşiya hilbijartinan dest pê dike û wê Abdullah Ocalan derbikeve ser şaşeyan û heta dibe ku weşanên zindî jî hebin. Di pêvajoya bangeşiyê de jî wê mafên rewa yên kurdan werin rojevê.”

Hiquqnas jî derbarê pêvajoyê de balê dikêşin ku pêwîst e gavên bileztir werin avêtin û her wiha hiquqnas dibêjin divê di pêvajoyê de mafên rewa yên kurdan werin rojevê.

Hiquqnas Soran Haldî Mizrak dibêje: “Qasî ku ez dibînim û dişopînim pêvajo giran dimeşe, raya giştî ya kurd de jî nerazîbûnek hember vê rewşê heye. Dixwazin ku bi rêbazek di cîhanê de mînaka wê neyî vê pirse çareser bikin, ji ber wê giran dimeşe lê rastiyke heye ku divê êdî statu û nasnameya kurdan were rojevê û divê ev mafên rewa qet nebin mijara bazara hilbijartinan.”

Akademîsyen didin zanîn ku di pêvajoya kongreya Dem Partî û pêvajoya bangeşiya hilbijrtinên serokomarî û parlementoyê de wê encamên girîng ên pêvajoyê derbikevin pêş hiquqnas jî dibêjin êdî dem hatiye mafên rewa yên kurdan werin rojevê.