Li Enqereyê lehî rabû û ji bo 14 bajaran jî hişyarî hat dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke bihêz a baran û bagerê beşeke mezin a Tirkiyeyê girtiye bin bandora xwe; li paytext Enqereyê erd herifî û otomobîl daqurtandin. Li peravên Deryaya Reş lehî rabû û ji bo 14 parêzgehan jî hişyariya asta zer hat ragihandin.
Şeva borî ji ber barana bihêz, li navçeya Keçioren a Enqereyê, li Kolana Gulgunê erd hilweşiya û çaleke mezin çêbû. Di encama vê karesatê de çendîn otomobîlên parkkirî ketin nava çalê û ziyaneke mezin dîtin. Li ser vê yekê tîmên şaredariyê û rizgarkirinê gihiştin cihê bûyerê û dest bi derxistina wesayîtan kirin.
Li aliyê din, li parêzgeha Sînopê ya li ser Deryaya Reş, li navçeyên Ayancık, Turkeli û Gerzeyê ji ber rabûna lehiyê rê hatin girtin, trafîk asê ma û gelek otomobîl di bin avê de man.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê û Navenda Koordînasyona Karesatan ji bo 14 bajaran, di nav wan de Stenbol, Duzce, Bartin û Zonguldak jî hene, hişyariya "koda zer" da. Rayedaran bal kişandin ser metirsiya barana gur, rabûna lehiyê û herifîna axê, herwiha ji xelkê xwestin ku li hemberî egera her karesatekê baldar bin.
Tirkiye, bi taybetî bakurê welêt û peravên Deryaya Reş, salane rastî şepolên bihêz ên baranê û lehiyên giran tê. Bajarên wekî Sînop, Bartin û Kastamonuyê di salên borî de bi karesatên giran ên lehiyê re rûbirû mabûn ku di encama wan de bi dehan kesan canê xwe ji dest dabû û bi milyaran dolar ziyan gihîştibû binesaziya herêmê.
Pisporên keşnasî û jîngehê destnîşan dikin ku guherîna avhewayê û bilindbûna germahiya gerdûnî dibin sedem ku di demeke pir kurt de rêjeyeke bêhempa ya baranê bibare, loma jî sîstemên avrêjî û kanalîzasyonê yên bajaran nikarin barê vê avê hilgirin.