Encûmena Wezîran li ser deynên beriya Projeya Ronakî biryara %50 daxistinê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo daxistina %50 ya deynên kevin ên elektrîkê yên beriya Projeya Ronakî, derfeteke nû bide welatiyan û aboneyan.
Di civîna îro 23yê Îlona 2026an de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dema sûdwergirtina ji daxistina deynên kevin ên elektrîkê dirêj kir. Li gorî biryara hikûmetê, ev derfet ji roja 24ê Îlona 2026an heta 18ê Cotmeha 2026an dê berdewam bike.

Rêjeya daxistinê û mercên wê:

- %50: Ji bo tevahiya aboneyên malan û beşa çandiniyê tê daxistin.

- %25): Ji bo aboneyên pîşesazî, bazirganî û saziyên hikûmî tê daxistin (ji bilî wan aboneyên ku xwedî fîderên taybet in.

- Merca sereke: Ji bo sûdwergirtinê, divê abone tevahiya deynê daxistî bi carekê û bi rêya sîstema "E-Psûle" yan jî bi rêya şaxên firotina enerjiyê bide.

Piştî 18ê Cotmehê deyn dê bêne teqsîtkirin

Li gorî biryara Encûmena Wezîran, piştî 18ê Cotmehê her deynekî kevin ê li ser aboneyan mabe, bêyî ti daxistinekê dê bi awayekî otomatîk bibe teqsîtên mehane. Dema dayîna van teqsîtan dê di navbera 6 heta 24 mehan de be û dê rasterast bikeve ser qerza mehane ya elektrîka Ronakî; herwiha divê qerz di heyama 50 rojan de bên dayîn.

Amarên herî dawî yên Projeya Ronakî:

Hevdem ligel vê biryarê, rêveberiya Projeya Ronakî çendîn dane û amarên nû derbarê rewşa enerjiyê de belav kirin:

- Li seranserê Herêma Kurdistanê ji 2 milyon aboneyên elektrîkê, heta niha nêzîkî 800 hezar aboneyan deynên wan ên kevin li ser mane.

- Zêdetirî %90ê welatiyên Herêma Kurdistanê bi rêya Projeya Ronakî bûne xwedî elektrîka bêrawestan (24 demjimêrî).

- Li gorî nirxên nû, %80ê welatiyan, bi taybetî çîna hejar û kêmderamet, mehane kêmtir pere didin, li gorî dema ku heqê jenerator û elektrîka niştimanî bi hev re didan.

Projeya stratejîk a "Ronakî"

Projeya Ronakî yek ji projeyên sereke û stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku di dawiya sala 2024an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat ragihandin. Armanca projeyê ew e ku dawî li qeyrana elektrîkê bîne, enerjiya 24 demjimêrî ji bo mal û bazaran misoger bike û pêdiviya bi jeneratorên taxan bi temamî nehêle.

Di Gulana 2026an de Encûmena Wezîran bi yekdengî nirxên nû yên elektrîkê ji bo piştevaniya vê projeyê pesend kiribû. Tê plankirin ku heta dawiya vê salê hemû navçeyên Herêma Kurdistanê bikevin bin sîwana vê sîstemê. Rayedaran ev biryara daxistinê wekî "derfeta dawî" binav kir berî ku rêkarên neçarî li ser deynên kevin bên cîbicîkirin.