HPG: Yekîneyekê bêyî fermana me boriya petrolê teqandiye
Hikûmeta kurdistanê ew êrîş bi armanckirina “qûtê xelkê“ binav kiriye.
K24- Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragehdand ku, yekîneyeke wan “bêyî biryara HPG” boriya veguhetsina petrola Herêma Kurdistanê teqandine, di demekê de ku roja 30ê Tîrmehê berpirsyarya wê bûyerê girtibû stûyê xwe.
Roja 29ê Tîrmehê borî, gerîlayên HPG li Şirnaxa Bakurê Kurdistanê boriya veguhestina petrola Herêma Kurdistanê bi bendera Ceyan a Tirkî teqandibûn.
Rojekê piştî bûyerê, HPG di daxuyaniyeke fermî de berpirsyariya xwe ji teqandina wê boriya petrolê ragehandibû, lê îro, 2 Tebaxê, bi daxuyaniyeke cuda HPG helwesteke nû di wê derbarê de da.
HPG di daxuyaniya xwe ya îro Yekşemê de diyar dike ku, yekîneya ku bi karê teqandina boriya petrolê rabibû “ne bi biryara hêzên me yên gerîla” bû.
Herwiha daxuyanî diyar dike ku, yekîneya HPG a ku çalakiya li navçeya Silopê ya ser bi Şernexê ve encamdabû “nizanîbû ew boriya petrolê ya kî ye.”
HGP di daxuyaniya xwe de jî, bi tundî rexneyan li daxuyaniyên rayedarên Herêma Kurdistanê derbarê teqandina boriya veguhestina petrolê de digre, wan daxuyaniyan jî bi “ne rast” dide zanîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de roja 31ê Tîrmehê, helwesteke tund bermaber teqandina boriya veguhestina petrolê anîbû ziman û ew kar bi “lêdana aboriya Herêma Kurdistanê û jiyana xelkê” hejmartibû.
Hikûmetê Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de balkişandibû ser girîngiya wê boriya petrolê û wiha diyarkiribû: “Ew borya petrolê çavkaniya yekem û sereke ya peydakirina mûçe û qûtê xelkê Kurdistanê ye, herwiha sedema sereke ya xweragirîya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye li hember guvaşan, di heman demê de ew çavkaniya sereke ya dahatiniyê xerciyên şerê Pêşmergeyê Kurdistanê li dijî DAÎŞê û çavkaniya sereke ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye ji bo alîkarîkirina yek milyon û 800 hezar koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene.”
Herwiha hikûmetê daxwazê ji PKK kiribû ku “wê dijminkariya xwe ya li hember xelkê herêma Kurdistanê dubare neke.”
Piştî biryara birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê serokwezîrê berê yê Iraqê, Nûrî Malikî ve, di Sibata sala 2014an de, ew boriya petrolê bibû piştgire herî mezin ji Herêma Kurdistanê re bo peydakirina budce û mûçeyên fermanberan.
Roja 23ê Gulana 2014an, Hikûmeta Herêma Kurdistanê firotina yekem barê petrolê ji kêlgehên navxweyî ku li bendera Ceyhanê hatibû embarkirin, ragehandibû.
Boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, ji devera Teq Teq li Parêzgeha Dihokê dest pê dike û heta ser sînorê Tirkiyê diçe. Dirêjahiya wê 281 km e, di dawiya sala 2013an de karên girêdana wê boriyê bidawî hatine.