Fazil Mîranî bo K24ê: Sibe şandeke PDKê diçe Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand ku bicihanîna mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di projeqanûna budceyê ya Îraqê de hewcedarî hişyarî û berpirsiyariya nûnerên Kurd li Bexdayê ye.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, di derheqa reşnivîsa projeqanûna budceyê û pişka Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re çend daxuyanî dan.
Fazil Mîranî ragihand: "Wezîrên me û parlamenterên Kurdistanê û Kurd bi giştî li Bexdayê ne. Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKê Hoşyar Zêbarî û hevalên me yên din jî bi berpirsiyarî sibe diçin Bexdayê daku bi hişyarî serederiyê ligel vê pirsê bikin, ji ber ku dosyeyeke gelek girîng e."
Di derheqa hebûna her metirsiyekê li ser kêmkirina pişk û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceyê de, Fazil Mîranî amaje da: "Heta ku Kurd bi temamî azad nebin, metirsiyan bi vî rengî dê berdewam li ser wan bimînin."
Danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser projeqanûna budceyê û dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de ji bo misogerkirina mafên darayî û mafên rewa yên xelkê Herêma Kurdistanê girîngiyeke stratejîk heye.