Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Yekîtiya Ewropayê kir

Serok Barzanî û Stefan Wendt
Serok Barzanî û Stefan Wendt

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Nû yê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê di hevdîtinekê de ligel Serok Barzanî tekez li ser berdewamiya piştgirî û hevpariya wan ligel Herêma Kurdistanê kir, û her du aliyan rewşa siyasî ya deverê û astengên li pêşiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîqaş kirin.

Serok Barzanî berî nîvroya îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, li Pîrmamê pêşwaziya Berpirsê Nû yê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê Stefan Wendt kir.

Baregayê Barzanî ragihandiye ku di wê hevdîtinê de Stefan Wendt kêfxweşiya xwe ji bo dîtina Serok Barzanî û erkê xwe yê nû li Herêma Kurdistanê diyar kir û rêz û hurmet ji bo rûxweşî û mêvanperweriya xelkê Kurdistanê hebû.

Stefan Wendt herweha ragihand jî ku Yekîtiya Ewropayê bi bihayekî mezin li cih û bandora Herêma Kurdistanê li ser astê Îraq û deverê dinêre û xwe wekî piştgir û hevpara Herêma Kurdistanê dibîne.

Baregaha Barzanî behsa wê yekê jî kir ku her di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û pêşhat û aloziyên deverê hat kirin û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser astengên li pêşiya çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hev guhertin.