Li Herêma Kurdistanê danûstandinên çareseriyê destpê dikin
heta roja Yekşema bê jî dê lihevkirin derbarê pirsa serokatiyê de çêbibe.
K24- Hewlêr
Aliyên siyasî yên sereke li Herêma Kurdistanê pêngava yekem bo çareserkirina krîza siyasî diavêjin, heta roja Yekşema bê jî dê lihevkirin derbarê pirsa serokatiyê de çêbibe.
Ji duh danê êvarî û heta serê sibeha îro, 19ê Tebaxê, aliyên siyasî li hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê di civînê de bûn, ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza siyasî ya ku li Herêma Kurdistanê derketine.
Piştî bidawîhatina yekem gera danûstandinan, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên di konferensekî rojnamevanî de, xalên ku rêkeftin li ser hatiye kirin, ji medyayê re eşkere kir.
Rêkeftina aliyên siyasî ew bû ku, civîna Parlementoya Kurdistanê ya ku biryar bû îro birêve biçe, bo roja Yekşema bê were paşxistin.
Fûad Hisên tekez kir jî ku, dê civînên aliyên siyasî heta civîna parlementoyê berdewam bin, ji bo gehiştin bi rêkeftinekê derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de.
Beriya civîna girtî ya her 5 aliyên siyasî, civîneke giştî bi amadebûna nûnetê Aemerîka, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî (NY) birêve çûbû.
Di civînê de nûnerê Amerîkayê daxwaz ji aliyên siyasî kiribû ku, aramiya Kurdistanê biparêzin û ji bo alozbûna rewşa siyasî bibin rêgir.
Li gor ku di medyayê de jî hatiye belavkirin, nûnerê Amerîkayê daxwaz ji aliyên siyasî kiriye ku, Mesûd Barzanî bo heyama du salên din wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.
Roja 16ê Tebxê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî kiribû ku ji bo pesendkirina “baştirîn” çareserî bo krîza serokatiyê, lihev bicivin.