Diyarbekir: Li 12 taxan qedexe hat ragihandin
Qedexe beriya kêliyekê ji ser 6 taxan hatibû rakirin.
K24- Diyarbekir
Qedexeya derketina derve ya li 6 taxên navçeya Hezroya Diyarbekirê hat rakirin lê niha li 3 taxên din ên navçeya navborî û li 9 taxên navçeya Licê qedexe hat ragihandin.
Parêzgeriya Diyarbekirê da zanîn ku li van taxan operasyonên li dijî endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest pê kirine.
Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê qedexeyê, ji saet 6ê vê sibehê ve dest pê kir. Taxên Licê yên ku derketine derve lê qedexe ye ev in: Kabakaya, Yalaza, Dolunay, Ortaç, Baxlan, Çavundur, Varlık, Esenlî û Çanak.
Her sê taxên Hezroyê jî ev in: Çîtlîbaxçe, Ormankaya, Guzdami. Ji aliyê din ve li navçeya Sûra Diyarbekirê qedexe hê jî didome. Ji navçeyê dengên çekan tê. Duh, di teqînekê de 13 kes birîndar bûbûn.