Peymana Mekeyê li Parlamentoya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin

Enqere (K24) – Peymana Mekeyê ku di navbera Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstanê de hatiye îmzekirin li parlamentoya Tirkiyeyê tê gotûbêjkirin. Ligel ku piraniya opozîsyonê li dijî şandina leşkeran bo derveyî sînor e; akademisyenek dibêje ku Tirkiye dikare ne ji bo şerekî germ, ji bo parastina cihên stratejîk leşkeran bişîne. Alîkarê Serokê CHPê jî dide zanîn ku ew dê pêşî li naveroka peymanê binerin lê ew li dijî şandina leşkaran bo derve ne.

Peymana Parastinê ya Mekeyê ku hevkariya leşkerî dihewîne û navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin ji bo gotûbêj û pesendkirinê li parlamentoya Tirkiyeyê ye. Rayedarên her sê welatan ku Serokê Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî hebû li Tehrana paytexta Îranê bi rayedarên Îranê re civiyan. 

Piştî civînê jî hate ragihandin ewlehiya herêmî, çalakiyên Îsraîlê yên li herêmê û geşedanên li Filistîn û Libnanê hatin nirxandin. Lê ligel berdewamiya gotûbêjan opozîsyona Tirkiye, dijî peymanê ye û naxwaze Tirkiye leşkeran bişîne derveyî sînor.  Akademîsyenek jî diyar dike ku di warê peymanê de eger heye Tirkiye leşkeran bişîne lê dê ew ji bo parastina hin cihên stratejîk bin û zû bi zû nekevin nav şerekî germ de.

Akademîsyen Prof. Dr. Tevfîk Erdem di vî warî de ragihand: “Eger leşkerên Tirk rasterast bikevin nav şerekî germ, ev dê di raya giştî de neyinî bê dîtin. Çimkî Yemen di dîroka Osmanî de bi êş û windahiyên mezin tê nasîn û gel li dijî şandina leşkeran e.”

Navbirî herwesa got: “Ji mêj ve di navbera Hûsî û Siûdiyan de şerek heye. Loma di warê Peymana Mekeyê de ez nebawerim Tirkiye leşkeran bişîne nav şerekî germ. Lê ji bo parastina navendên bajêr, balafirgeh û çavkaniyên enerjiyê yên Erebistanê yên ji êrişên Hûsiyan, dibe ku ji bo pergala parastina hewayî û piştgiriya teknîkî leşker werin şandin.”

Ligel gotûbêjên di Komisyona Karên Derve ya parlamentoyê de Ak Partî û MHP ji bo ewlehiya herêmî û rêgirtinê piştgiriyê didin Peymana Mekkeyê. Lê Yenî Partî, ÎYİ Partî, DEM Partî û Partiya Rêya Nû bi îdiaya ku Tirkiye dikare bibe aliyê şerên herêmî,dijî peymanê ne, CHP jî polîtîkayeke piştgiriya bi şert dişopîne. Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê jî dide zanîn derbarê peymanê de gumanên wan hene.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Nevaf Bîlek jî ragihand: “Di meclîsê de emê binêrin ev ser çi hatiye avakirin. Yanî bo parastina welatê xwe ya Siûdî, Pakîstan û Tirkiye ye an naxwe hin tiştên din hene. Gelo Emerîka gotiye vê çekin an naxwe Îsraîlê gotiye. 

Îsraîlê jî hêj derbarê vê yekê de tiştek wisa rast nabêje. Gumanên me tê de hene, em van gumanan bizanibin em dê hingî biştaxilin. Lê belê em pêşmiqabilê/hemberî ku leşkerên me biçin derve. Em pêşmiqabilê wê de ne.”

Li gorî peymanê, êrişeke çekdarî ya li ser welatekî endam, dê wekî êrişeke li ser hemû welatên endam were qebûlkirin. Piştî pesendkirinê jî, eger welatek bixwaze jê vekişe, Ltenê dikare piştî 10 salan vê gavê bavêje û divê 3 meh berê welatên din bi fermî agahdar bike.