Fuad Husên: Ewlehiya herêmî bêyî rola Amerîka û YEyê bi cih nayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê tekez kir ku ewlehî û aborî du peyvên ji-hev-veneqetiyayî ne; eşkere jî kir ku Bexda bo wergirtina feydeyî ji modela Yekîtiya Ewropayê bo peydakirina bazareke hevpar û temamkariyên aborî di navbera Îraq, welatên Kendavê, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de kar dike.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên îro Sêşem, 27ê Cotmeha 2026ê, tevlî ahengekê bû, ku Yekîtiya Ewropayê bi merema hevparî û dostaniya ligel Îraqê li Bexdayê rêk xistibû, û di çarçoveya wê ahengê de gotarek pêşkêş kir.
Fuad Husên di gotara xwe de ragihand: "Îraq û dever bi giştî rûbirûyî astengiyên mezin bûne û hêşta siya şerî li ser deverê maye, lewma rewş wesa daxwaze ku em bi hevparî bo garantîkirina ewlehiya herêmî û peydakirina aştiyeke berdewam kar bikin."
Navbirî amaje bi wê yekê kir ku berî çend rojan Îraqê fikira civînekê bi awayê 6+2 pêşkêş kiriye û niha jî berdewam peywendî ligel wezîrên derve yên welatên deverê heye daku ew fikir bigehe qonaxa bicihanînê.
Wezîrê Derve yê Îraqê tekez jî kir ku Bexda pêşwaziya civîna vê dawiyê ya navbera welatên Hevpeymaniya Mekeyê ligel Îranê li Tehranê dike û wê wek pêngaveke erênî bo çespandina aştiyê li deverê dibîne.
Di pareka din a axaftina xwe de, Fuad Husên ron kir ku peyva ewlehiya herêmî bi wateya karkirina di veqetandinê de ji Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê nayê, ji ber ku bicihanîna ewlehiyê pêdivîtî bi rehendê navdewletî heye, bi taybetî siyaseta Amerîkayê û rola bibandor a Ewropayê. Tekez jî kir ku ewlehî û pêşkeftina aborî bi tundî bi hev ve hatine girêdan û nabe ji hev bên cudakirin.
Di derheqa nêrîna aborî ya Îraqê de jî, navbirî ragihand: “Îraq bi dilgermî li wergirtina feydeyî ji model û ezmûna Ewropayî bo peydakirina bazareke aborî ya hevpar dinêre, bi rêya karkirinê bo bidestxistina temamkariyên aborî di navbera Îraq, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de, mil bi milê welatên Kendavê.
Wezîrê Derve yê Îraqê bal kişand ser wê yekê jî ku welatên deverê xwedî karîn û samanên pirreng in; di demekê de ku hin ji wan bi petrol û gazê dewlemend in, hinên din jî xwedî samanên avê û erdên çandinê yên bibereket in. Ev jî pêdivîtiya danana bingehekê bo temamkariyên aborî îsbat dike.
Fuad Husên ron jî kir ku dîtina Bexdayê pişta xwe bi bihêzkirina aboriyê ligel Başûr bi rêya Kendavê û ligel Bakur bi rêya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê girê dide.