Derbarê kuştina Elçî de îdiayeke din: Li holê tu lêpirsîn nîn e
Derbarê Kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de îdiayên girîng hene. Parlamenterên HDPê dibêjin ku tu lêpirsîn li holê tune û raya giştî tê xapandin.
K24 – Enqere
Derbarê Kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de îdiayên girîng hene. Parlamenterên HDPê dibêjin ku tu lêpirsîn li holê tune û raya giştî tê xapandin.
Parlamentera HDPê ya Edenê Meral Danış Beştaş bi daxuyaniyekê ragihand ku derbarê kuştina Tahir Elçi de 3 caran li cihê bûyerê lêkolîn hatiye kirin lê di encama wan lêkolînan de tu bersûc li holê nîn in û herwiha tu lêpirsîn jî nehatiye destpêkirin.
Beştaş nerazîbûna xwe nîşan da û got Elçi destpêkê bû armanca medyayê û piştre jî hat kuştin: “Tenê derbarê kuştina polîsan de, 3 gûmanbar hene. Ew jî yek jê şofêrê wî, yên din jî 2 kesên reviya ne. Lê tu eleqeya wan kesan bi kuştina Tahir Elçî re nîn e. Wekî dî, li cihê bûyerê delîlên rastîn nehatine komkirin. Nayê zanîn ku li cihê bûyerê ji hêzên asayîşê çend kes hebûn. Daraz bi derewan hewl dide.”
Li aliyê din, Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Nîmetullah Erdogmuş jî got delîlên ku li ber destê darazê ne têrê nakin ku kujerê Elçî derkeve holê û ew dê heta dawî têbikoşin ku kuştina Elçî zelal bibe: “Cihê ku Elçî lê hate kuştin ji xwe ji aliyê asayîşê ve hatibû dorpêçkirin. Ligel vê yekê tiştekî zelal li holê nîn e. Eger kuştina Elçi neyê zelalkirin, ev tê wê wateyê ku dema “Kujerên nediyar” careke din destpê kiriye.”
Parlamenterên HDPê dibêjin ku kuştina Tahir Elçi li hemû cîhanê bûye cihê nerazîbûnê û her kes bi baldarî li benda zelalkirina bûyerê ye û ew jî wekî parlamenterên HDPê daxwaz ji rayedarên dewletê û darazê dikin ku kuştina Elçî zelal bike û kujeran derxîne holê.