Civîna Barzanî û Steinmeier bi dawî bû
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier li Pîrmam bi dawî bû.
K24 – Hewlêr
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier li Pîrmam bi dawî bû.
Li gor agahiyên K24ê, berî niha bi kêliyekê civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier li Pîrmam bi dawî bû.
Li gor zanyariyan divabû di civînê de Barzanî û Steinmeier ji xeynî gotûbêjkirina rewşa siyasî ya navçeyê û şerê li dijî DAIŞê, behsa alîkariyên leşkerî û însanî yên Elmanya bo Herêma Kurdistanê bikin. Biryar e piştî demeke din Barzanî û Steinmeier civîneke çapemeniyê ya hevbeş saz bikin.
Doh êvarê Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier bi serdanekê gehişte Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên ve hat pêşwazîkirin.