"Tirkiye bo serxwebûnê dê piştgiriyê bide Kurdistanê"
Li gor hinek siyasetmedar û lêkolîneran di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de Tirkiye ji bo serxwebûna Kurdistanê dê helwêsteke erênî nîşan bide.
K24 – Stenbol
Li gor hinek siyasetmedar û lêkolîneran di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de Tirkiye ji bo serxwebûna Kurdistanê dê helwêsteke erênî nîşan bide.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serdana 2 rojan hat Tirkiyê. Barzanî di serdana xwe de ligel serkirdeyên siyasî yên li Enqereyê civiya.
Siyasetmedar û rojnamevanên li Stenbolê civînên Barzanî û helwêsta Tirkiyê bo mijara serxwebûna Kurdistanê ji Kurdistan24ê re nirxandin.
Berbijarê berê yê HDPê Gunay Aslan diyar kir ku Tirkiye ji bo serxwebûnê dê piştgiriyê bide Kurdistanê loma serdana birêz Barzanî serdaneke dîrokî ye.
Aslan wiha axifî: “Em dizanin ku li Kurdistanê ev demeke dirêj li ser serxwebûnê gotubêj tê kirin. Mafê gelê Başûrê Kurdistanê heye ku dewleteke serbixwe ava bikin. Mafê wan dîrokî û mirovî ye. Lê heta niha şert û mercên herêmê û dinyayê fersendeke wiha neda Kurdan. Li gor taxmîna min hêzên herêmî serxwebûna Kurdistanê naxwazin. Ew hêzên herêmî, ji bo azadiya Kurdistanê hinek tiştên xirab dikin. Beriya 5 salan Tirkiye jî li hemberî Kurdistaneke serbixwe bû lê niha siyaseta xwe guhertiye. Bi ya min êdî Tirkiye ji bo serxwebûnê wê piştgiriyê bide Kurdistanê. Ev yek ji bo wekhevî û azadiya gelan dê baştir bibe.”
Rojnameger Ozcan Tîkît jî bi bîr xist ku berî niha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser mijarê axifîbû bi ya min Tirkiye bo serxwebûnê dê bêje erê: “Tirkiye her dem li pişt rêveberiya Kurdistanê ye û ev yek ji bo her du aliyan jî baş e. Ez bawer im Tirkiye di mijara serxwebûna Kurdistanê de wê helwêsteke erênî nîşan bide. Ji ber serxwebûna Kurdistanê dê bandoreke baş li aboriya her du welatan bike.”
Li gor lêkolîner Îbrahîm Gurbuz dewletbûn mafê Kurdan e û wiha dibêje: “Dewleta Tirk tu carî nexwestiye Kurd bibin xwedî statuyek û yekîtiya xwe ava bikin loma jî dê serxwebûna Kurdistanê qebûl nekin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di her derfetekê de tekez dike ku serxwebûn mafê Kurdan e û divê dewleta wan jî ya serbixwe hebe. Niha jî her serdaneke Barzanî bo derveyê welat wiha tê nirxandin ku li piştgiriya serxwebûnê digere daku di demeke maqûl de serxwebûna Kurdistanê rabighîne.

