“Divê nîqaş li ser Xweseriya Kurdan bê kirin”
Raportera Parlamentoya Ewropayê Kati Piri ragehand ku heta pirsa Kurd çareser nebe, Tirkiye nikare têkeve Yekitiya Ewrûpayê, loma, ji bo çareseriyê, divê dîsan danûstandin bên kirin.

Raportera Parlamentoya Ewropayê Kati Piri ragehand ku heta pirsa Kurd çareser nebe, Tirkiye nikare têkeve Yekitiya Ewrûpayê, loma, ji bo çareseriyê, divê dîsan danûstandin bên kirin.
Piri zirara ku ligel sivîlan bûye para mîratên dîrokî jî dê veguhezîne Parlamentoya Ewrûpayê. Herwiha Piri got: “Mîrata vê dinyayê, derdê me hemûyan e, em ê lê xwedî derkevin.”
Li gor rojnameya Zamanê, Kati Piri bal kişand ser pirsa Kurd û wiha axifî: “Li Tirkiyê yek ji mijarên sereke, pirsa Kurd û çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Gava em bere xwe didinê, rewş dîsan aloz bûye, ji bo demoqratîkbûna Tirkiyê, em nikarin bêjin ev wêneyekî baş e. Li ser vê mijarê, hikûmeta nû hinek sozan dane, ev soz tên wê wateyê, eger bi awayekî sererastkirin hebe, divê ev li gorî krîterên Ewropayê bin. Heta ji pirsa Kurd re çareseriyek neyê dîtin, ji bo têkiliyên bi Tirkiyê re yan endambûna Tirkiyê, dê gavên girîng neyên avêtin.”
Raportera Parlamentoya Ewrûpayê Kati Piri axaftina xwe wiha qedand: “Ku em werin ser meseleya xweseriyê; bi rastî ev dilê çareseriyê ye û gelekî girîng e. Divê ev bi vî awayî were rojevê. Li Tirkiyê hikûmeteke nû heye û axaftin li ser serrastkirina Qanûna Bingehîn tê kirein. Bi wateyeke din li Tirkiyê, divê xweserî ji bo nîqaşê bikeve rojevê. Ji bo ku ev pêk bê, divê herdu alî jî, werin ser yek maseyê. Ji ber ku em zanin rûniştina li ser maseyê bi pevçûnê nabe, divê herdu alî jî dest ji şer û pevçûnan berdin.”