ENKS: PYDê hemû sînor derbas kirine

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku, siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hemû sînor derbas kirine.

K24 – Efrîn 

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku, siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hemû sînor derbas kirine. 

Xwecihiya ENKSê ya Efrînê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, “siyaset û kiryarên PYD derbarê girtina xortan, leşkeriya bi zorê, sepandina bacê, destdanîna li ser mal û milkên koçberan û astengkirina hemû warên jiyanê, hemû sînor derbas kirine.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de “kiryarên PYDê şermezar dike û daxwaza azadkirina girtiyên ku bi mebesta leşkeriya bi zorê li cem hêzên ewlekariyê yên PYD girtî ne kir, bi taybet jî yên Efrînê û navçeyên (Cindirês, Raco, Mabeta, Çiyayê Lêlûn). 

ENKSê di beşek din de ji daxuyaniya xwe de da zanîn ku “Efrîn di rewşeke awerte re derbas dibe, lewre divê bête qebûlkirin ku Pêşmergeyên Rojava derbasî Efrînê bibin.”

ENKSê daxwaz ji “hêzên Kurdistanî û Civaka Navdewletî kir ku, bo tevgereke bilez bikin bo dawîanîna van kiryarên PYDê, herwiha û parastina welatiyên Efrînê.”