Ano Cewher: Serok Barzanî herdem parêzvanê mafên Kiristiyanan bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Hevpeymaniya Kiristiyanan li Îraq û Herêma Kurdistanê ragihand ku Serok Barzanî herdem parêzvanê mafên Kiristiyanan bûye, herwesa got ku eger Elî Zeydî posta Wezîrê Koç û Koçberan nede Hevpeymaniya Soyana, ew destûr binpê kiriye.
Sekreterê Hevpeymaniya Kiristiyanan li Îraq û Herêma Kurdistanê Ano Cewher îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku ew piştevaniya bizavên hikûmetê bo zindîkirina karên saziyên hikûmetê dikin, lê tekez jî dikin ku divê nûnertiya Kiristiyanan di hikûmeta nû de bi dana posta Wezîrê Koç û Koçberan bo Kiristiyanan bê yekalîkirin, ji ber ku mafê qanûnî yê Kiristiyanan e ku bi dengê welatiyan hatiye bidestxistin.
Ano Cewher ron jî kir ku divê ew post bi Fraksiyona Soyana li Parlamentoya Îraqê bê dan, ji ber ku piraniya kursiyan bi dest xistine û ji 5 kursiyên kotaya Kiristiyanan 3 kursî birine. Wî tekez kir ku ev proseya qanûnî û pabendbûna bi destûrê ye, berovajî wê bi lihevkirina siyasî û kesî, mijar bi temamî neqanûnî dibe û binpêkirina destûrê ye.
Navbirî herwesa got ku Hevpeymaniya Kiristiyanan piştevaniya Serokwezîr Elî Zeydî û hikûmeta wî dike ku kesayetiyekî Kiristiyan ji fraksiyona Soyana bo posta Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqê destnîşan bike. Tekez jî kir ku Kiristiyan pêkhateyeke resen a Îraqê ne û divê mafên wan bên dan, û her bizaveka binpêkirina mafên wan ji aliyê her kes û aliyekî ve red dikin.
Di pareke din a axaftina xwe de, Ano Cewher got: "Wekî Hevpeymaniya Kiristiyanan, me rêz û spasî ji bo Serok Barzanî hene, ji ber ku herdem wekî her welatiyekî din ê deverê mafên Kiristiyanan jî dabîn kirine û li beranberî her bizavekê rawestiyaye ku li dijî ewlehî û tenahiya jiyana Kiristiyanan hebûbe. Ev helwesta Serok Barzanî bo dîrokê li bîra yek bi yek Kiristiyanan dimîne û qet nayê jibîrkirin."