Tirkiye di bin gefa "Şewba Berazan" de ye

Li gor amarên fermî, heta niha 6 kesan bi gumana Şewba Berazan canê xwe ji dest dane.

K24 - Enqere

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê metirsiya “Şewba Berazan” zêde dibe. Li Edenê, Nigdeyê û li Wanê 6 kesên ku bi gumana “Şewba Berazan” dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. 

Pêşî li Nigdeyê 2 kesan ji ber taya zêde a laş serî li Nexweşxaneya Dewletê dan. Her du nexweşên bi gumana “Şewba Berazan” di beşda lezgîn a nexweşxaneyê de dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Piştre li Ebexa (Çaldıran) Wanê kesekî bi gumana “Şewba Berazan” serî li Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê da û wî jî jiyana xwe ji dest da.

Îro jî li Edenê 3 kesên bi gumana şobê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan ku 2 ji wan welatiyên Sûriyeyî bûn.

Bi vê yekê di nava heftiyekê de hejmara kesên bi gumana “Şewba Berazan” jiyana xwe ji dest dan gihaşt 6an.

Rêveberiya Tenduristiya Gel ên li wan bajaran bi daxuyaniyên xwe dibêjin gumana şobê heye lê belê hêj nehatiye teqezkirin.