Şandeyeke YEyê serdana Îranê dike

Pêr, cezayên navdewletî yên li ser Îranê hatibûn rakirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Biryare Di Buhara bê de şandeyek ji Yekîtiya Ewropayê (YE) serdana Îranê bike.

Wezîra Derve ya YEyê, Federica Mogherini ragihand ku, dê mebets ji serdana wan, baştirkirina hevkariya ligel Îranê be, di warê cîbicîkirina rêkeftina atomî de.

Pêr, beşek ji cezayên navdewletî yên ku li ser Îranê hatibûn sepandin, hatin rakirin, wek destpêkekî ji cîbicîkirina rêkeftina atomî re.

Mogherini amaje kir ku, dê baştirkirina pêwendiyên YEyê û Tehranê, di berjewedniya her du aliyan de be.

Navboriyê diyar kir jî ku, heta niha dema serdanê nehatiye diyarkirin, lê tekez kir ku wê di Buharî de be.