Saman Berzincî: Budceya dermanan ji bo hemû nexweşxaneyan hatiye dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, tevî kêmasî û sînordariya pişk û mafên ji Bexdayê tên, bi razemendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî budceya pêwîst ji bo kirîna dermanan bo hemû nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatiye dabînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî îro 19ê Cotmehê, di merasîma vekirina Beşa Şêwirmendiyê li Nexweşxaneya Xelîfanê ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve, daxuyaniyek da û da zanîn ku bi biryara Serokwezîr, hikûmet dê di dabînkirina dermanan bo hemû nexweşxaneyan de berdewam be.

Dr. Saman Berzincî ji Kurdistan24ê re aşkere kir, beşek ji derman û pêdiviyên bijîşkî ku mafê welatiyan e ji aliyê hikûmeta federal ve tê şandin, lê beşa herî sereke ya van pêwîstiyan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dabînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê herwiha got: “Ew dermanên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di çarçoveya ‘budceya serwerî’ de tên, gelekî kêm in û têra hewcedariyên welatiyên Herêma Kurdistanê nakin. Lê bi razemendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, budceya pêwîst ji bo kirîna dermanan ji bo tevahiya rêveberiyên giştî û navçeyan hat terxankirin û bi vê gavê ew valahî hat tijîkirin.”

Derbarê rewşên kêmpeydayîna dermanan de, Berzincî da xuyakirin ku kêmasî tenê di warê dermanên taybet ên projeyên niştimanî, vaksîn, dermanên biyolojîk û yên kêmpeyda de rû dide ku ew jî kêşeyeke giştî ye û li ser asta tevahiya Iraqê heye.

Derbarê derman û xizmetguzariyên li sînorê Soranê jî, Wezîrê Tenduristiyê ragihand: “Dabînkirina dermanan bi rêya budceya taybet a Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Soranê di asteke gelekî baş de ye. Dermanên sereke û pêdiviyên beşa hawarhatinê, neştergerî û çavdêriya hûr bi temamî li nexweşxaneyê amade ne.”