Karkerên barkêş sedsal e bi palanan dixebitin

Kurdên Bakurê Kurdistanê, bi sedemên cuda welatê xwe bi cih hiştine û li xeribiyê di karên giran de dixebitin. Yek ji wan karan jî barkêşî ye.

K24 - Stenbol

Kurdên Bakurê Kurdistanê, bi sedemên cuda welatê xwe bi cih hiştine û li xeribiyê di karên giran de dixebitin. Yek ji wan karan jî barkêşî ye. Herwiha li Stenbolê, bi hezaran Kurd ji sed salan heta îro bi palanan bar dikêşin.

Barkêşiya bi palanan ji heyama Osmaniyan dest pê dike û heta îro jî ev kar berdewam e. Karkerên li herêma Sîrkeciyê, ji bo debara mala xwe bi palanan kel û pelan li ser pişta xwe bar dikin û dibin kargehan.

Kesên ku vî karî dikin ji cihê ku lê dixebitin re îskele dibêjin û bi tevahî hejmara karkeran hezar û 500 kes e. Karker herî zêde ji nexweşiyên pişta xwe aciz in.Îsmaîl Polatemreyê ku 56 sal e vî karî dike dibêje gelek mafên karkeran tên xwarin û rayedar xwedî li wan dernakevin.

Polatemre got: “Bi rastî ev kar pir zehmet e. Her barê li ser pişta karkeran 100 û 150 kîlo ye. Gelek kes bi taybetî ji pişta xwe nexweş dibin. Hinek kes hene ku seqet mane.”

Piraniya karkeran Kurd in û ji bajarên Semsûr û Meletî yên Bakurê Kurdistanê hatine. Kurdên ku cara yekem wek karker di dawiya sedsala 18'an de ji Bedlîsê hatiye vêderê Zaro Axa ye. Piştî wî, bi hezaran Kurd ji welatê xwe hatine Stenbolê, vî karî dikin û hê jî dikin.

Karkerên ku heta 200 kîlo bar diavêjin ser pişta xwe, ji ber neçariyê dest bi karekî wiha kirine û bê sîgorta tên xebitandin. Mahmut Kaşyaganê Meletî yê 62 salî barkêşiyê dike û wiha qala karê xwe dike: “Hevkarên me li vêderê çi hebe bar dikin û dibin cihê dikandaran. Ji ambaran tînin û radestî dikanan dikin. Ev kar pir zehmet e.”

Kesên berî niha evkarî dikirin pir pere qezenc dikirin, ji xwe re xanî dikirîn û rewşa wan baş bû. Lê belê niha karker bi bihayekî kêm tê xebitandin. Ji berk u şîrketên kargoyê, rê li ber karê barkêşan girtiye.