Theo Francken: Em dixwazin Herêma Kurdistanê her tim aram bimîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Berevaniyê yê Belçîkayê ligel Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyaye û rewşa niha, aloziyên deverê û êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) bi hevaltiya Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê Dilawer Xalid Ajgeyî serdana Wezareta Berevaniyê ya Belçîkayê kir û ji aliyê Wezîrê Berevaniyê yê Belçîkayê Theo Francken ve hat pêşwazîkirin.
Di wê civînê de rewşa niha, aloziyên deverê û êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Her du alî li ser giringiya bidawîanîna şer û hevrikiyan û peydakirina aştî û tenahiyê li deverê hevnerîn bûn.
Wezîrê Berevaniyê yê Belçîkayê bi giringî behsa Herêma Kurdistanê wekî devereke aram kir û hêvî xwest ku wekî her dem bi aramî û tena bimîne.
Berpirsê Peywendiyên Derve di dawiya wê civînê de nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsên dawiyê eşkere kir; herwesa spasiya welatê Belçîkayê û welatên dost kir, ji ber rola wan a berçav di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de.