Koçka Spî: Tu jivanek bo agirbestê nehatiye diyarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî ragihand ku dorpêçên deryayî yên Amerîkayê li ser benderên Îranê gelek bibandor bûn û bûne sedema lengbûna bi temamî ya aboriya wî welatî. Tekez jî kir ku Tehran di bin zexteke tund a darayî de ye û êdî nikare petrola xwe hinarde bike, ev jî bûye sedem ku Tehran nikaribe mûçeyên xelkê xwe jî bide.
Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî Caroline Levitt îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, "Operasyona Kîna Aborî" (Operation Economic Fury) li dijî Tehranê berdewam e û dorpêçên deryayî bûne sedem ku her rojê bi bihayê 500 mîlyon dolaran zirar bigihîje Îranê.
Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî amaje bi wê yekê jî kir ku, girava Xargê, ku navenda sereke ya hinardekirina petrola Îranê ye, tije petrol bûye û Tehran nikare tu miqdarên petrolê ji bo derve bibe yan jî hawirde bike.
Caroline Levitt herwesa got: "Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji encamên dorpêçên deryayî razî ye, ji ber ku me çavkaniya sereke ya dahata Îranê hişk kiriye." Herwesa behsa wê yekê jî kir ku tevî agirbesteke leşkerî ya demkî heye, lê zextên aborî ne tenê nesekinîne, belkî zêdetir hatine tundkirin.
Sekretera Rojnamevaniyê ya Koçka Spî li ser desteserkirina keştiyên navneteweyî ji aliyê Îranê ve jî rexneyên tund girtin û got: "Îran niha wekî çeteyên deryayî tevdigere, ji ber ku hêza wê ya deryayî ya asayî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye têkbirin."
Sekretera navbirî di bersiva pirsekê de li ser diyarkirina demê ji bo bersivdana Îranê red kir ku tu jivanekî diyarkirî yê 3 heta 5 rojan hebe û ragihand: "Trump bi xwe dem û xişteya karan diyar dike; hemî kartên zextê di destê wî de ne û ew li benda bersiveke yekgirtî û zelal a Îraniyan ji bo daxwazên Amerîkayê ye."