Reuters: Waşinton zextên darayî li ser Bexdayê zêdetir dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê çend çavkaniyên Iraqî belav kir ku ew pereyê kaş ê dolar ku biryar bû di meha Nîsanê de ji Amerîkayê bigihe Iraqê negihîştiye. Ev astengî di demekê de ye ku Waşintonê berê hişyariyeke tund li ser çalakiyên komên çekdar dabû Bexdayê; ev jî wekî nîşaneya tundkirina cezayan û bikaranîna dolar wekî karteke zextê tê dîtin.

Çavkaniyên haydar îro (Çarşem, 22ê Nîsana 2026ê) ji ajansa Reutersê re ragihandine ku ew pereyê kaş ê dolar, ku Hikûmeta Iraqê li bendê bû ku di vê mehê de (Nîsan) ji aliyê Banka Federal a Amerîkayê ve bê şandin, heta niha negihîştiye. Çavkaniyan amaje bi wê yekê jî kiriye ku ne tenê para vê mehê, belkî çarenivîsa pereyê kaş ê ku biryar e meha bê bê şandin jî, ne diyar e û ti zanyarek di vî warî de ji aliyê amerîkayîyan ve nehatiye dayîn.

Ev pêşveçûna darayî ne tenê xwedî rehendeke aborî ye, belkî peywendiyeke wê ya rastexwe bi rewşa siyasî û ewlehî ya deverê re jî heye. Di vê çarçoveyê de, berpirsekî bilind di Wezareta Derve ya Iraqê de ji Reutersê re ragihandiye: "Hişyariyên Amerîkayê yên li ser komên çekdar pir zelal û eşkere bûn."

Rojnameya “New York Times”ê jî duhî (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) ji zarê du berpirsên iIraqî piştrast kir ku, Waşintonê tevahiya piştgiriyên xwe yên darayî û serbazî ji bo dezgehên ewlehiyê yên Iraqê rawestandine. Herwesa berpirsekî Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî ragihand ku hevkarî û dabînkirina budceyê ji aliyê Amerîkayê ve heta demeke nediyar hatine rawestandin.

Banka Navendî ya Iraqê (CBI) Li roja Duşemê, 20ê Nîsana 2026an, di daxuyaniyekê de ew raport red kirin ên ku behsa rawestandina şandina dolarê kaş ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Bexdayê dikirin. Ev berteka Banka Navendî piştî wê yekê hat ku kanala "Al-Hadath"ê belav kiribû ku Waşintonê ji ber hebûna milîsên di nav desthilatê de, tevahiya veguhestina dirav û hevahengiyên ewlehî yên fermî yên bi Iraqê re cemidandine.