HDP: Tenê li sê navçeyên Bakur 200 sivîl hatine kuştin

Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala jî ragihand ku 93 hezar kes koç kirine.

K24 - Stenbol

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyand ku ji encama şerê li Bakurê Kurdistanê, dema qedexeyên derketina derve li 3 navçeyên Cizîr, Sûr û Silopiyê 200 kes canê xwe ji dest dane.

Li gorî rapora HDP heta niha li 7 bajaran û 20 navçeyên Bakurê Kurdistanê zêdeyî 56 caran derketina derve hatiye qedexekirin.

Di nav 50 rojan de li Cîzirê 70 kes, li Silopiyê 28 kes, li Sûrê 20 kesan anê xwe jidest dane. Ji meha Tîrmehê ve li her sê navçeyan bi tevahî nêzî 200 kes di dema dorpêçkirinan de canê xwe ji dest dane. Li Sûr û Cîzirê qedexeya derketina derva bi şev û roj, li Silopiyê bi tenê şev didom e.

Ji aliyê din ve Ak Partî jî li ser ewlekariya navxweyî raporek weşand. Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala ragihand ku li navçeyên Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbînê ziyan gehiştiye 220 hezar sivîlan, 93 hezar kes koç kirine, 10 hezar û 300 dikandar zirar dîtine.

Ala da zanîn ku li Cizîrê hejmara xendek û berbestan 257'e, heta niha 45'ê wan hatine rakirin. Li Silopiyê jî 411 xendek hatine kolandin û berbest hatine danîn. 61 şaredar û endamê meclîsê ji karê xwe hatine dûrxistin. Jê 23 kes jî hatine girtin.