Gerdiyan: 470 hezar li Sûriyê hatine kuştin
Rojnameyê amaje bi yekê jî kir, ku yek milyon û 900 hezar kes bi birînên cor bi cor birîndar bûne, herwiha ziyanên aborî jî heta niha giheştine 255 milyar dolar.
K24-Navenda Nûçeyan
Ji dest pêka kirîza Sûriyê heta niha 400 hezar welatiyên sivîl hatine kuştin, herwiha 70 hezarên din ji nebûne av û guhdanê cane xwe ji dest dane.
Derbarê vê rêjiya nû ya hejmara kuştiyên Sûriyê, rojnameya Gerdiyan di hejmara xwe ya îro de, raporeke belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Ji dest pêka kirîza Sûriyê û heta niha 400 hezar kes ji wî welatî hatine kuştin, herwiha 70 hezarên din ji nebûna xizmeguzariyên av û guhdana tendirûstî jî cane xwe ji dest dane."
Rojnameyê li gor Navenda Sûriyê ya lêkolînên Siyasî da zanîn ku, ew rêjeya kuştiyan li gel ya kesên birîndar dike sedî 11 e ye, ji hejmara welatiyên Sûriyê.
Rojnameyê amaje bi yekê jî kir, ku yek milyon û 900 hezar kes bi birînên cor bi cor birîndar bûne, herwiha ziyanên aborî jî heta niha giheştine 255 milyar dolar.
Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê hawildanên xwe dike daku her yek ji DAIŞ û rejîma Sûriyê têkbibe, lê Rûsya Îran piştevaniya wê rejîmê dikin û rê nadin ku ew rejîm hilweşe.