Li Sûrê 3ê serbaz hatin kuştin
Beriya du rojan jî, 9 serbaz û polîs, li Şirnex û Diyarbekirê di êrişên çekdarî de hatibûn kuştin.
K24-Diyarbekir
Li Diyarbekirê di şerên navçeya Sûrê de 3 serbaz hatin kuştin.
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, duh êvarê û şeva borî pevçûnên dijwar rû dan. Bi êrişên nîşangir û bombeyan du efserên bi navê Osman Oz, Kadir Genç canê xwe ji dest dan.
Sererkaniya Tirkiyê ragehand, di şerekî din ya Sûrê de jî serbazekî canê xwe ji dest daye.
Beriya du rojan jî, 9 serbaz û polîs, li Şirnex û Diyarbekirê di êrişên çekdarî de hatibûn kuştin.
Li aliyê din, hatibû îdîakirin, hêzên ewlekariyê ji otombêlan banga niştecihên Sûrê kirine ku, balefirên şer dê bajêr bombebaran bikin û divê gavek zûtir bajêr bê valakirin. Lê Parêzgariya Diyarbekirê da xuyakirin, tu planek û hewleke wiha ya hêzên ewlekariyê nîne