NATO operesyona çavdêriyê di deryaya Egeyê de dike
NATO amadehiya xwe dide ku bi operesyonên çavdêriyê di deryaya Egeyê de bike, bo rawestandina şepêlan penaberan ber bi Ewropayê ve.
K24 – Navenda Nûçeyan
NATO amadehiya xwe dide ku bi operesyonên çavdêriyê di deryaya Egeyê de bike, bo rawestandina şepêlan penaberan ber bi Ewropayê ve.
Wezêrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter, îro di dawiya civîna wezîrên bergîriyê yên welatên NATOyê de ragehand ku, li ser daxwaza Almanya, Yonan û Tirkiyê, NATO amade ye opersyonên çavdêriyê di deryaya Egeyê de bike, bo kontrolkirina hatina penaberan ber bi Ewropayê ve.
Berlîn, Asîna û Enqereyê, duh bi fermî ji hevparên xwe yên NATOyê xwastin ku, mîkanîzmekê bo çavdêriyê tevgera qaçaxiyê di deryaya Egeyê de bikin.
Heger operesyona çavdêriyê dest pê kir, ev yek dibe yekemîn operesyonên çavdêriya NATOyê ji destêwedana rasterast ji krîza penaberan re, ji sala 1945 de.
Li gor amarên Komisyona Karûbarên Penaberan ya NY, ku bêhtirî milyonek penaber di sala 2015an de, ji ber şerê li Sûriyê û deverine din, bi riyên qaçax di deryaya Egeyê re gihêştine Ewropayê.