Dayikên Aştiyê daxwaza rawestandina şer dikin

Her diçe şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê gûr dibin. Dayikên aştiyê ji bo rawestantina vî şerî û rizgarkirina birîndarên ku di jêrzemîneke li Cizîrê de asê mabûn, serî li Neteweyên Yekbûyî dan.

K24 - Enqere

Her diçe şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê gûr dibin. Dayikên aştiyê ji bo rawestantina vî şerî û rizgarkirina birîndarên ku di jêrzemîneke li Cizîrê de asê mabûn, serî li Neteweyên Yekbûyî dan.

Ji hemû bajarên Tirkiyê dayikên aştiyê li Enqerê kom bûn. Ji bo rizgarkirina birîndaran û rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê bi dawî bînin, bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinek pêk anîn. Ji ber ku tu encam bi dest nexistin, pêşî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî û paşê jî li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan diltengiya xwe anîn ziman.

Dayikên Aştiyê di daxuyaniya xwe de bangî hemû welatên cîhanê kirin daku şerê li Bakur bê rawestandin. Herwiha ji hikûmeta Tirkiyê jî xwestin ku careke din bi Abdullah Ocalan re rûnên û prosesa çareseriyê ji nû ve bidin destpêkirin.

Dayikên Aştiyê şerê ku tê meşandin wekî şerekî qirêj bi nav kirin û diyarkirin ku leşker jî gerilla jî zarokên wan e û ji ber mirina wan ew gelekî dilbirîn in. Di vê derbarê de Berdevka Dayikên Aştiyê ya Enqerê Munever Koç got: “Dayik birîndar in. Ji ber ciwanên me dimirin. Ciwanên me dişewitin. Ciwanên me tî û birçî ne. Di binê erdê de ne.….”Em çûn kîderê derî li ber me hate girtin. Em çûn Parlamentoyê derî li me hate girtin. Em çûn Neteweyên Yekbûyî derî li ber me hate girtin.”

Di serdema çalakiya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî de, li gorî dayikên aştiyê ew ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî ve hatine xapandin û wan sozên xwe bi cih neanîne. Hevdîtina duyem ya dayîkan jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û dayik çar rojan li ber avahiyê, di bin sermayê de hatin rawestandin.

Dayika Aştiyê ya bi navê Perihan Akbulut jî wiha axifî: “Banga min ji Kurdan re heye; yekitiya xwe pêk bînin. Biratiya xwe pêk bînin. Eger em nebin yek, ne axa me dibe yek, ne nasnameya me dibe yek û ne jî zimanê me dibe yek. Tu kes jî tiştekî nadin me….Em li pişt zarokên xwe ne. Em li pişt ciwanên xwe ne. Em dayik em ê canê xwe bikin sîper û deynin ber van ciwanan, em nahêlin ciwanên me bimirin di vê zilm û zorê de…”

Ji ber kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin, êş û jana dilê Dayikên Aştiyêdiyar bû û rondik ji çavên wan bariya. Dayikan ligel vê rewşa xwe ya dijwar jî diyar kirin ku ew ê biçin hemû wan navçeyên ku şer û pevçûn lê heye û herwiha li ber hemû balyozxaneyên welatên biyanî çalakiya xwe ya ji bo rawestina şer berdewam bikin.